Nivîskarê Kurd Evdile Koçer
Me ji nivîskarê Kurd, birêz Evdile Koçer xwest ku bi kinî destûr û desteka xwe ji bo xebata KurdFM derbibire.. Fermon bersiva birêz Evdile Koçer
Gelî xebatkar û rêveberên Radyoya Kurdî KurdFM,
Ez pir kêfxweş im bi weşana radyoya we. Cihê şanaziyê ye ku kurd bi vî awayî teknolojiya hemdem bixin bin xizmeta stran, mûzîk, deng, peyv û têkoşîna kurd û Kurdistanê. Helbet bi her awayî destûra we heye ku hûn nivîs û çîrokên min di radyoyê de biweşînin; her wiha ji bo belavkirin û geşedana ziman û wêjeya kurdî ez her dem bi pênûs û dengê xwe ve bi we re me. Qewet be ji we re û hûn her serkeftî bin.
Ligel silavên rengîn...
Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com