Di derbarê Radyoya Kurdî KurdFM de

KurdFM, radyoya Kurdî, navekî hesan û asayî. Ji gûhan re gelik asayî tê. Lê bi taybet ji bo me Kurdan di warê çapemenî û ragihandinê de hindek xalên gelekî nazik hene. Gelik xalên ku heya gelek kesan jê nîne. Gelik xalên wisan nazik ku zêde jî giringî pê nayête dayîn. Xala zimanê Kurdî. Ev xal ji rabihûrînê hetanî îro, ji îro hetanî dahatinê xalekî gelekî giringe. Radyo KurdFM him bi navê xwe radyoya Kurdî ye, him bi naveroka xwe radyoyekî Kurdî ye. Di destpêka sala 2010 ê de li Elmanya nêzîkî bajarê Frankfurtê dest bi weþana xwe kir û hetanî neha bi tevayî zehmetiyên xwe ve jî bi bisporî, pêþketî û dewlemend karên xwe berdewam dike.

KurdFM dengê xwe dighîne hemî Kurdên cîhanê û ji ber ku bo teknîka pêþketî ya demê hatiye amadekirin jî di demekî kinde bû xwedî bi hezaran guhdar û di nav gelê Kurd yê Kurdistanê û yê çardorê cîhanê de cî girt.

KurdFM di hema hezîranê ya 2010 ê de wekî bernama yekem ya Kurdî di nava cîhana App lê de cî girt û App a KurdFM kete nav App Store de. Êdî bi rêka Iphonê, ipod ê û ipad ê li her deverê cîhanê hate gûdarkirin. KurdFM di meha Tebaxê de li Elmanya xwe wekî Merqe tomar kir.

Di dawiya sala 2010 ê de jî KurdFM dest bi amadekirina konsertên Kurdî kir. Þeva xwe ya yekem jî di sersalê de pêk anî. Xebatên Konsertan bi rêka KurdFM di nava Koma Baz de dê bêne meþandin. Bi dehan hunermend û dengbêj li gel KurdFM di peywendiyê dene û di nava hevkariyê dene. KurdFM karek ji karê Hêvî Group e.

Kurtejiyana KurdFM

11.02.2010 ê KurdFM li ser torê dest bi weþana xwe kir. KurdFM bi rengê bernameyên ceribandinê, lê ji roja yekem de bi þev û roj, 24 demhijmêran weþana xwe da destpêkirin û di demekî kin de xwe gihande bi hezaran gûhdarên Kurd yên çardorê cîhanê. 

KurdFM wekî radyoyekî azad, serbixwe lê bi her rengî di bin xizmeta kar û xebatên gelê Kurd û Kurdewarî de weþana xwe meþand. Her ku dem bihûrî radyo KurdFm bêhtir hate nasîn û deng veda. Di meha Hezîrana 2010 ê de KurdFM bernameya xwe an jî pêhatina xwe ya ji bo Iphonê Appa yekem ya Kurdî bi navê KurdFM da çêkirin û 14.06.2010 ê Appa yekem an jî bernameya yekem ya Kurdî kete ser App Store de. Piþtî ku KurdFM kete ser iphone,ipod û piþtre jî ipad ê de êdî li her deverê cîhanê gûdarkirina KurdFM hesantir bû. Ji California ya Emerîka hetanî bi Cînê û hemî deverên dîtir yên cîhanê êdî herkesî dikarî bi rêka Iphone gûh bide KurdFM û di bernama ceribandinê de gûh bide muzîka Kurdî. Di nava çend mehan de nêzîkî 11 hezar kesî bernameya KurdFM daxiste ser telefonên xwe yên desta.

Di demekî kin de çapemenî û ragihandina Kurdî jî bi vê yekê hesiya. Nûçeya yekem derveyî malperên KurdFM ê bixwe, ji aliyê nivîskarê Kurd Evdile Koçer ve hate amadekirin. Evdile Koçer gûh dabû KurdFM û di radyo de dengê keçika Kurd ya ku nû 6 salê xwe qedandibûn gûdar kiribû. Keçika Kurd Liyan wekî Dj ya KurdFM ragihandinên KurdFM dixwendin. Ev yek bala Nivîskarê Kurd kiþandibû û, Evdile Koçer nûçeyek li ser DJ Liyan çêkir û di Kovara heftename ya Rûdawê de weþand. 

Piþtî hingî KurdFM xwe li Elmanya wekî merqeyekî tomar kir. Û li Elmanya bû Merqe. Di heman demê de dîsan bi rêka birêz Evdile Koçer, nûçeyek li ser nepejirandina tirkan ya merqebûna KurdFM dîsan di rûdwê de hate weþandin. Nûçeya di rûdawê de, di malpera rudaw.net ê de jî  16.09.2010 hate weþandin.

Piþtî vêya di Firatnews ê de herçend bi tirkî jî be û hindekî tevlîhev jî be nûçeyek li ser KurdFM ê derket. Piþtî vê nûçeyê jî gûdarên KurdFM ji berê gelek zêdetir bûn. nûçeya Firatnews.com 23.Cotmeh.2010 ê hate weþandin.

KurdFM her dem bihûrî pêþve çû û xwe bi gelik karên dîtir ve bihêztir kir. Bêgûman ji ber ku radyoyekî azad e û bi derfetên kesane ve xwe ava kiribû, bêhtir di karê xwe de pêþ ket û mezin bû. 

KurdFM dest bi karên organîze û birêkxistina konseran jî kir. Di dawiya sala 2010 ê de KurdFM amadekiyê koserekî mezin kir. Ji bo vê yekê gelik reklam dane gelik alavên çapê û weþanê. Þeva sersalê konsera yekem ya KurdFM hate lidarxistin.  

Piþtî sersalê êdî KurdFM jî wekî karekî Hêvî Group-Koma hêvî ya Kurdewarî hate ragihandin. Ji ber ku Hêvî Group 20.01.2011 ava bû.

KurdFM studioya xwe ava kir û qedand û ji bo bernameyên zindî dest bi xebatê kir. Xebatkarên xwe jî her roj zêdetir dibûn û zêdetir dibin. 

KurdFM ji bo xebatekî weþanê ya li ser frekansê jî hewil dide. 

 

KurdFM

Hêvî Group
info@kurdfm.com
peywendi@hevigroup.com

Sponsor û hevkarên KurdFM

          
     

Reklam
   
     

DAXWAZÎ

  • sytwan - 22.02.2012 01:27:47
    SLAV U REZ GELEK SPAZ JIBO XEBATKARE HEBUNA KURD FM
  • KurdFM-Daxwazî - 20.02.2012 03:03:29
    Gudarên hêja, neha jî guhdara me ya hêja Þikriya, sitirana Hozan Serhed, ji bo hemî gudarên KurdFM û hevalê xwe Xêro re dixwaze. Zor sipas ji bo Þikriya... Di rojên pêþ me de bernameya daxwaziyan zindî dest pê dike...
  • mehdi - 18.02.2012 21:09:32
    Silav ji bo hemû xebatkaran. Gelî birêzan, ji Xelîl Xemgîn, strana Hîcran pir pir pir daxwaz dikim...
  • mehdi - 14.02.2012 13:29:04
    Silav ji bo we. Ji krema xwe re ji Meheme Þêxo Nalînek Tê Guhê Min spas
  • mehdi - 13.02.2012 19:21:53
    Silav, daxwaza min; ji Xelîl Xemgîn strana Hîcran spas ji bo we
  • mehdi - 13.02.2012 15:58:51
    Merheba, ji kerema xwe re ji Meheme Þêxo strana Nesrîn daxwaz dikim. gelek spas, dema we xweþ
  • mehdi - 12.02.2012 21:36:21
    Merheba ji we re hevalno. Ez ji bo vê xebatê we pîroz dikim, silav û rêzên xwe diþînim. ji kerema xwe re ji Xelîl Xemgîn, Hîcran dikarin biweþînin... qewet be
  • pishtiwan - 21.01.2012 20:14:40
    bi dengê mamosta nasir rezazî sitrana ey þehîdan dixwazim sipas ji bo xebata we
  • mahmatx - 18.01.2012 11:56:41
    Merheba hewal.ji Koma Qerejdax cindi ji kereme xwera lixin ez gellek memnun dibim.spas
  • dido - 14.01.2012 17:01:08
    rojbaþ xebatkarên Kurdm FM
  • bawer - 09.01.2012 16:35:11
    ez cima nikarim guhdarbikim li ser cumputere
  • Olvin - 27.12.2011 18:35:38
    silav jibo $ore$vane kurdara li her cehe lenben silav jibo gele me ye liser piya li bakor li rojava ye kurdistane silav jibo kurdfm ez strana $ivan perwer kine em dekem diyari jibo hemi keco kuren kurdistane Silavo rez jibo hemi guhdare kurdfm
  • ardalan - 17.12.2011 18:24:04
    Le gel riz, cema le rizi radyo hemu rayo hen be teni dengi mezopotemiya tinene. me be kare hun gelik keyf xoshem, tkaye Dengê Mezopotamya le rizi KURDFM bxen. spas
  • Gernas - 17.12.2011 08:24:50
    rojbaþ xebatkarên Kurdm FM.Em sepana ji bo Androidê dixwazin.tenê iphone dikare bi rÊya telê li Kurd FM guhdar bike . êdî em di androidê de jî kurdfmê dixwazin...Strana di dorê de diyarî hemû Kurd û Kurdistanê dikim ...
  • Tasdemir - 08.12.2011 20:14:22
    Sev bas hevalen heja daxwaziyamin ji Delil Tofan nave stranewi : Hindabu ( hiphopa kurdi) ji keremaxwera parbikin hevalno dem bas
  • Olvin - 03.12.2011 18:29:40
    shev bash kurdistan shev bash kurdfm ez daxaza sterana cewan haco Dilktme selavo rez
  • Newroz - 16.11.2011 13:03:57
    Rojbas KurdFM daxwazamin strana Siwan Perwer Kine em . Zor Spas
  • memo pýrsus - 22.09.2011 19:31:22
    þewbaþ kurd fm ü xebatkaren wê daxwazamýn sýtrana delila dýl dýxwaze here cenge ez wa sýtrana diyari hemu gelle kurd ü gerilayen sere çiya ü jýbo serok apa zorspas kurd fm re serkeftýn....
  • kendal - 17.09.2011 22:10:11
    þewþaþ kurd fm daxwazamýn sýtrana halit bilgiç dýl dýxwazze here cenge zorspas
  • Torima - 04.09.2011 18:38:50
    Evarbas kurdfm, ez strana "ayse" ji Hasan Seruf jibo xalė xwe Rodi daxwaz dikim. Serkaftin jibo we, Tori ji almanya/Bonn
 

FORMA DAXWAZÝYÊ

* Jibo daxwazîyan endamtî pêwîste

Komen me yên li ser Torê

Guhdarên alîkarî bo me rêkirî

Gudarên me yên ku alîkarî bo me hinartî

Khabat Marouf (Awistirya): 50 Euro
Hasan Daoud (Elmanya)  : 20 Euro
Abdulstar Mohammed (Hollanda): 5 Euro

KurdFM bi her rengî, bi awayekî vekirî û hertim karê xwe ji bo xizmeta çand û hunera Kurdewarî, mirovê Kurd û Erda Kurdistanê dike. Em hemî rengê alîkariyê, hemî astên alîkariyê ya gûhdarên me ji bo xwe destekekî gelekî mezin dizanin. Û ji bo kesên alîkarî dayî gelek sipas dikin.

KurdFM Anket