Di derbarê Radyoya Kurdî KurdFM de

KurdFM, radyoya Kurdî, navekî hesan û asayî. Ji gûhan re gelik asayî tê. Lê bi taybet ji bo me Kurdan di warê çapemenî û ragihandinê de hindek xalên gelekî nazik hene. Gelik xalên ku heya gelek kesan jê nîne. Gelik xalên wisan nazik ku zêde jî giringî pê nayête dayîn. Xala zimanê Kurdî. Ev xal ji rabihûrînê hetanî îro, ji îro hetanî dahatinê xalekî gelekî giringe. Radyo KurdFM him bi navê xwe radyoya Kurdî ye, him bi naveroka xwe radyoyekî Kurdî ye. Di destpêka sala 2010 ê de li Elmanya nêzîkî bajarê Frankfurtê dest bi weþana xwe kir û hetanî neha bi tevayî zehmetiyên xwe ve jî bi bisporî, pêþketî û dewlemend karên xwe berdewam dike.

KurdFM dengê xwe dighîne hemî Kurdên cîhanê û ji ber ku bo teknîka pêþketî ya demê hatiye amadekirin jî di demekî kinde bû xwedî bi hezaran guhdar û di nav gelê Kurd yê Kurdistanê û yê çardorê cîhanê de cî girt.

KurdFM di hema hezîranê ya 2010 ê de wekî bernama yekem ya Kurdî di nava cîhana App lê de cî girt û App a KurdFM kete nav App Store de. Êdî bi rêka Iphonê, ipod ê û ipad ê li her deverê cîhanê hate gûdarkirin. KurdFM di meha Tebaxê de li Elmanya xwe wekî Merqe tomar kir.

Di dawiya sala 2010 ê de jî KurdFM dest bi amadekirina konsertên Kurdî kir. Þeva xwe ya yekem jî di sersalê de pêk anî. Xebatên Konsertan bi rêka KurdFM di nava Koma Baz de dê bêne meþandin. Bi dehan hunermend û dengbêj li gel KurdFM di peywendiyê dene û di nava hevkariyê dene. KurdFM karek ji karê Hêvî Group e.

Kurtejiyana KurdFM

11.02.2010 ê KurdFM li ser torê dest bi weþana xwe kir. KurdFM bi rengê bernameyên ceribandinê, lê ji roja yekem de bi þev û roj, 24 demhijmêran weþana xwe da destpêkirin û di demekî kin de xwe gihande bi hezaran gûhdarên Kurd yên çardorê cîhanê. 

KurdFM wekî radyoyekî azad, serbixwe lê bi her rengî di bin xizmeta kar û xebatên gelê Kurd û Kurdewarî de weþana xwe meþand. Her ku dem bihûrî radyo KurdFm bêhtir hate nasîn û deng veda. Di meha Hezîrana 2010 ê de KurdFM bernameya xwe an jî pêhatina xwe ya ji bo Iphonê Appa yekem ya Kurdî bi navê KurdFM da çêkirin û 14.06.2010 ê Appa yekem an jî bernameya yekem ya Kurdî kete ser App Store de. Piþtî ku KurdFM kete ser iphone,ipod û piþtre jî ipad ê de êdî li her deverê cîhanê gûdarkirina KurdFM hesantir bû. Ji California ya Emerîka hetanî bi Cînê û hemî deverên dîtir yên cîhanê êdî herkesî dikarî bi rêka Iphone gûh bide KurdFM û di bernama ceribandinê de gûh bide muzîka Kurdî. Di nava çend mehan de nêzîkî 11 hezar kesî bernameya KurdFM daxiste ser telefonên xwe yên desta.

Di demekî kin de çapemenî û ragihandina Kurdî jî bi vê yekê hesiya. Nûçeya yekem derveyî malperên KurdFM ê bixwe, ji aliyê nivîskarê Kurd Evdile Koçer ve hate amadekirin. Evdile Koçer gûh dabû KurdFM û di radyo de dengê keçika Kurd ya ku nû 6 salê xwe qedandibûn gûdar kiribû. Keçika Kurd Liyan wekî Dj ya KurdFM ragihandinên KurdFM dixwendin. Ev yek bala Nivîskarê Kurd kiþandibû û, Evdile Koçer nûçeyek li ser DJ Liyan çêkir û di Kovara heftename ya Rûdawê de weþand. 

Piþtî hingî KurdFM xwe li Elmanya wekî merqeyekî tomar kir. Û li Elmanya bû Merqe. Di heman demê de dîsan bi rêka birêz Evdile Koçer, nûçeyek li ser nepejirandina tirkan ya merqebûna KurdFM dîsan di rûdwê de hate weþandin. Nûçeya di rûdawê de, di malpera rudaw.net ê de jî  16.09.2010 hate weþandin.

Piþtî vêya di Firatnews ê de herçend bi tirkî jî be û hindekî tevlîhev jî be nûçeyek li ser KurdFM ê derket. Piþtî vê nûçeyê jî gûdarên KurdFM ji berê gelek zêdetir bûn. nûçeya Firatnews.com 23.Cotmeh.2010 ê hate weþandin.

KurdFM her dem bihûrî pêþve çû û xwe bi gelik karên dîtir ve bihêztir kir. Bêgûman ji ber ku radyoyekî azad e û bi derfetên kesane ve xwe ava kiribû, bêhtir di karê xwe de pêþ ket û mezin bû. 

KurdFM dest bi karên organîze û birêkxistina konseran jî kir. Di dawiya sala 2010 ê de KurdFM amadekiyê koserekî mezin kir. Ji bo vê yekê gelik reklam dane gelik alavên çapê û weþanê. Þeva sersalê konsera yekem ya KurdFM hate lidarxistin.  

Piþtî sersalê êdî KurdFM jî wekî karekî Hêvî Group-Koma hêvî ya Kurdewarî hate ragihandin. Ji ber ku Hêvî Group 20.01.2011 ava bû.

KurdFM studioya xwe ava kir û qedand û ji bo bernameyên zindî dest bi xebatê kir. Xebatkarên xwe jî her roj zêdetir dibûn û zêdetir dibin. 

KurdFM ji bo xebatekî weþanê ya li ser frekansê jî hewil dide. 

 

KurdFM

Hêvî Group
info@kurdfm.com
peywendi@hevigroup.com

Sponsor û hevkarên KurdFM

          
     

Reklam
   
     

DAXWAZÎ

  • mehdi - 15.05.2012 21:43:10
    Silav,ji bo hemû Kurdan dibêjim: ROJA ZIMANÊ KURDÎ PÎROZ BE, ez ji Aram ; ZIMANÊ KURDÎ ZIMANÊ MEYE daxwaz dikim, spas qewet be ji bo we.
  • mehdi - 13.05.2012 20:03:47
    Silav, ez ji Xelîl Xemgîn strana HÎCRAN daxwaz dikim, spas.
  • nezirnas - 08.05.2012 11:22:48
    slav u réz jý hunermend þeyda xwezi esmer dýxazým. serkeftýn jý kurdfm u tevahiyé kurdanre
  • sores - 06.05.2012 19:42:57
    slav u rez xebatkaren kurdfm ez gelek sipasiya we dikem ji ber kareweyw civan daxaziyamin sitrana birader ez sehideki be nawim gelek spas
  • mehdi - 03.05.2012 20:26:08
    Silav, jý kerema xwe re jý Xelil Xemgin strana HÝCRAN daxwsaz dýkým, sýlav û rêz.
  • hünermend - 03.05.2012 19:24:50
    sýlav u serkeftin hevalan kurdfm
  • kurd_boy - 29.04.2012 21:30:05
    slaw boham u kurdu kurdistaniyan rez u slawm haya bo hamuwan. :)
  • saman_ky87 - 25.04.2012 22:52:06
    slavw rez bo hamya
  • Adam zaxoli - 23.04.2012 19:55:22
    Slav u rez as hevale we Adam zaxoli je swed. Slav u rez je bote u bername te as daxaza stranek honermend blind ibrahim dkem. Strana (yara mn) dkem duyari bo hemo kes u karet mn le zaxo sopas.
  • cano - 22.04.2012 00:06:25
    Muzika zimanixa gusardim.habere kurdi. Meskem.herbiji sorese kurd gerilla e hevale hizmete kurdu kurdistane de ken.
  • asmin - 18.04.2012 01:26:31
    ez strana cwan haco dixwazim torinamin lebele eze cawa guhdarbikim.adinji ji bo hevalemin ku li hewlere dijin
  • asmin - 18.04.2012 01:22:44
    slav em li iraqe dijin le bele ez nizanim kurd fm nu guhdarbin.yadin ji goraniye pir caran dubareye numune,sstranbej bi pirani nagorin.ev ji ditineminin ez serkeftine ji were dixwazim spas
  • DAXWAZI - 17.04.2012 18:04:46
    Guhdare me Sores tosun stranek kine em u stranek yan mirin yan neman xwest em jere peskes dikin spas bo hevale Sores
  • DAXWAZI - 17.04.2012 16:51:43
    Guhdaren heja guhdare me Apo demir strana ez kurdistanim ji me daxwaz kir em ve strane ji bo hevale xwe diwesinin spas ji bo hevale heja
  • DAXWAZI - 17.04.2012 16:15:49
    Guhdare me bi nave Deniz Ciftci ji sipane xelate stranek xwest em we jere divesinin spas bo hevale heja
  • DAXWAZI - 17.04.2012 12:33:04
    silav u rey Guhdare me Bazar Sadi ji me stranek Erdewan yaxozi xwestibu ji bo guhdare xwe me strana eme herin nav baxce gula peskes kir hevidarin guhdar kiribe carek din spas silav rey ji denge hunera kurdi KurdFM
  • muzaffer - 16.04.2012 10:30:06
    em li filanda andame vena 5 karkerin gul ve digrin hama her roj li ser internet,deste va xosbe hemu coreke kurdi kurd fm dibeje, daxazima zahmet nebe beto can (haci) bo ari sipaasssssss.
  • Qamshlo - 13.04.2012 20:06:57
    Slav u Rez jbo hamu xabat kare kurdfm u dxziya strana aram dkran lo lo psmamo o diyare dkm jbo havle xo ye le danmarke read o kamran o husin zor spas dkm
  • kasim - 08.04.2012 19:17:16
    slav u rez kurdfm az ji mihemmed shexo stranke dexwazm spas
  • kasim - 07.04.2012 20:30:50
    evarbas kurdfm az ji yekbun were were dexwazm kalak spas
 

FORMA DAXWAZÝYÊ

* Jibo daxwazîyan endamtî pêwîste

Komen me yên li ser Torê

Guhdarên alîkarî bo me rêkirî

Gudarên me yên ku alîkarî bo me hinartî

Khabat Marouf (Awistirya): 50 Euro
Hasan Daoud (Elmanya)  : 20 Euro
Abdulstar Mohammed (Hollanda): 5 Euro

KurdFM bi her rengî, bi awayekî vekirî û hertim karê xwe ji bo xizmeta çand û hunera Kurdewarî, mirovê Kurd û Erda Kurdistanê dike. Em hemî rengê alîkariyê, hemî astên alîkariyê ya gûhdarên me ji bo xwe destekekî gelekî mezin dizanin. Û ji bo kesên alîkarî dayî gelek sipas dikin.

KurdFM Anket