Slav brêz,
ez li Kurd FM digerim lê hê nabînim, lewra nikarim daxim jî. Gelo wê meriv kîcax karibe radyoya me di App Store de bibîne?
(Min radyoya we qeyda malpera gundê xwe kirî ji ber ku hun xebatekî zehf xwes dimesînin, bila haya we jê hebe ;)...)
Dembas
Ferhat
----------------------------------------
Silav û sipasî.
Gelek sipas ji bo vê têkildariya we û xwe berpirsiyardîtina we... Bi rastî jî çi xebat dibe bila bibe beyî mirovê Kurd, bêyî xwedî lêderketina Kurdan bi ser nakeve. Ji ber vê yekê jî KurdFM jî xebatekî bi vî rengî hêjaye. Em bi derfetên xwe yên teng dixwazin xebata Çandî û hunerî ya Kurdewarî bighînen pê�ketina teknîkî ya cîhanî.
App a KurdFM ji ber ku me nû kir, me guherî eve çend roje çalek nebûye. Neha di bin çavdêriya Apple deye, hîna biryar nedane. Versiona nû kontrol dikin di nava çend rojekî de dê çalek bibe. Ji ber vê yekê jî li me bibîrin eve ne di destê me deye.
Di dema bihûrî de Appa me bi gelik êrî�ên fa�îstî yên Tirkan ve hate beramberî hev ji ber vê yekê me servera Radyoya xwe guherî û me App jî rengekî nû dayê de.
Em hêvîdarin ku di nava vê heftê de dê App çalek bibe û hun dê karibin bi rêka Iphone/ipod/ipad ê daxînin û gûdar bikin. Dê yekser di App store de derkeve û emê ji xwe dirêjeka wê bidin facebook û malperê jî..
Zor sipas carekî din
Agirî Soran
www.kurdfm.com
www.kurdewari.com
www.rewanbej.com
www.wenevan.com